Jandila Rebiyê

S.1

Ha werne beyta Rebiyê
Ha werne beyta rebiyê
Ay hayê, werne beyta rebiyê

S.2
Kerem, kerema mêran e
Siro, sira mêran e

S.3
Wê cem me bûye Nevî ye
Wê cem me bûye Welî ye
Sêx buhistê Siblî ye
Sêx Merifê Kehxî ye

S.4
Herça yarê qîmetiye
Derê siratxanê fitîliye
Wê dîtine Rebiya edebiye

S.5
Rebiya min cameke seng e
Rebiyê got: Xwe meynin deng e
Hetanî hûn dibînine reng e

S.6
Rebî ji wê rabû ye,
Daye ber xwe çiya û banî ye
Ser sivanekî we hilbû ye

S.7
Got: Sivano, ha sivano
Te malik nebe wêrano
Te ne diye heyranî siltan Êzdiye

S.8
Ew sivanê li ber pez e
Dêdebanê bilind dibez e

S.9
Got: Heyranê rebiyê
Min ne dîtiye heyranî siltan Êzdiye

S.10
Sivan got: Heyranê rebiyê
Eva heye bedêlî çil saliye
Sêresyarekî hêlîva diçûye

S.11
Hulekî resî nûranî nav mila bûye
Min nas kir, ew Siltan Êzdiye
Dilê min rebiya edebî tevî dûye

S.12
Siven got: Heyranê rebiyê
Min gelekî divê te hirmetê
Îsal çil salê min e,
Ez vî pezîra dibînim zorî zehmetê
Nedeke nola ya te ber dilê min netê

S.13
Rebî ji wê rabiye
Daye ber xwe berî û bêriye
Ser bîrekêve hil biye

S.14
Heywanetek ser wê bîrê diye,
Rebiyê got: Xêra mala xwedê ra
Mi zanibiya, gelo te heywanetî çiye

S.15
Ew qudreta semsê zerbav e,
Ewe heywanetê dav û çav e,
Got: Heyranê Rebiyê,
Bîr a kûr e, hisreta min qurtek av e.

S.16
Rebî ji wê rabiye
Dest di berîka xwe kiriye
Sikrîm ji berîka xwe deraniye
Avîtiye cote gûliyê xwe, cote gûlyê xwe weraniye

S.17
Hûnaye kiriye sirîteke rese, nûraniye,
Avîtiye simka xwe, av simka xwe birê deraniye,
Nevsa heywanata tînî kir rediye

S.18
Rebiyê av da dêl e
Berî xwedê, berî qubêl e,
Kursiya ber sekinî, kursiya cebêl e

S.19
Rebiyê dêl av daye,
Bê mexsûse û bê rêdaye

S.20
Rebî fêza xweda nihêrî
Pê ve xan kir ers û kursî
Berjêr nihêrî, pê ve xan kir ga û masî

S.20
Xêra xêr ciza ye,
Sera ser ciza ye

S.21
Deng bela bûye çiqas welata
Deng bela bûye ber bi welata
Got, hay, hayê, Rebîbiye sereka çiqas kerameta

S.22
Çawa li me herçar biran e
Got: Em siwar bin merzê avan e
Em herne silavekî bidine Rebiyê edebiyê
Silava elêl ve daye

S.23
Rebî got: Hûn hatine ser serî, herdu çavan e
Hûn werne hundur bira derva bimîne zevan e

S.24
Sêx Bazîd got: Rebiya minî cîdî
Eme sêxin, tu mirîdî

S.25
Rebiyê got: Ez mirîdê sêxê xwe me,
Sêxê min heye ew siltan e
Çiqas mas û beretê mêra heye,
Hemû kefa destê wî de ne

S.26
Got: Sêxê min heye ew hewask e,
Rimeke keske li dest e
Rojê sedî nonanî we, Nebî Memed, tê ber min dadiwaste

S.27
Sêx Bazîd got: Rebiya mine sermeste,
Hela tu jî binêre, çikas kerameta mêra, kiye, kî bi deste

S.28
Sêx Bazîd sêxekî kar e,
Wekaz hildabû dar e,
Selbikekî avê hil avîtiye,
Lêda selbik diskeste,
Av, selbik, tev dihatine xwar e

S.29
Rabû rebiya mine cîdê,
Hildaye wekaz û tîrê
Selbikekî avê hil avîtiyê
Lêdixist selbik diskestê,
Av hewa ma qendîlê.

S.30
Rabiye Rebiya mine sermestê
Dîsa wekazek hildabû destê,
Redê xwe dîwanê feqîra, mêra dixwastê
Pista xwe îlanî dibestê
Selbikekê avê hil avîtiyê
Lêdixist serbik diskestê
Av maliq meye qendîlê,
Sê cara dadiwestê

S.31
Rebiyê got: Wekî mi wêrîbûya cobêr e,
Minê derê dojê girêda berwêr e,
Min nedihist gunehkara pêstir kesek biçya li hêre.

S.32
Wekî mi cebêr wêrî biya
Minê derê dojê hiljeniya
Min xênjî gunekara pêstir
Min nedihist kes pêve biçiya

S.33
Xana, xanane mezin e
Têda runistiye Rebiya edebî, komek jin e,
Sêxadî xwe lutfê xweyî sîrin,
Kire gaziyê got: Xêra Rebiyê, xêrane mestir e

S.34
Xana, xanane wêda,
Têda rûnistiye Rebiya edebî, komek jinê tê da,
Sêxadî, xwe lutfê xweyî sîrin,
Kire gaziyê got: Medhek xêra Rebiyê da

S.35
Xana, xanane tek e
Têda rûnistiye Rebiya erebî, komek hirmetê
Sêxadî, xwe lutfê xweyî sîrin,
Kire gaziyê got: Xêra Rebiyê, gelekî qebûl dike

S.34
Xana, xanane çûk e,
Têda rûnistiye Rebiya edebî, komek bûk e
Sêxadî xwe lutfê xweyî sîrin
Kire gaziyê got: Xêra Rebiyê gelekî qebûl dike

S.35
Xelibiye, Celibiye
Cemale, qulibiye
Hemû, ser kefa destê Siltan Êzîd nivîsiye
Remel dê bavê te cimaetê ve
Xêra we qebûl be