Dua Oxirê – Das Gebet zum Abschied der Reisenden

Dua Oxirê – Das Gebet zum Abschied der Reisenden

Das Gebet „Dua Oxirê“ wird aufgesagt, wenn ein Êzîdî sich zu einer Reise aufmacht und sei es nur der Weg zur Arbeit. In diesem Gebet wird die Schutzpatronin „Xefûrê Rêya“ aufgerufen, den Reisenden zu beschützen.

S.1
  1. Çi sibeyek hoye kubar e
  2. Derê Bihustê li ber min vebû
  3. Her çar yara
  4. Ez çûme silavê biran û yara
S.2
  1. Min silav li yar û biran kirî
  2. Horî hatin û bihurîn
  3. Zintar û qewsên ji hev kirî
S.3
  1. Çûme ser riya heqî
  2. Xam û enkar leng û berleng pêsiyê
  3. Banga min e xwedê û melekê ber kursiyê
S.4
  1. Riya heqiyê qendîla tijî xêr û bereket û nûr e
  2. Banga min e xwedê û melekê xefûr e
S.5
  1. Riya heqî xefûrê rê ye
  2. Heke çiya ye û heke berî ye
  3. Destê me li dang û damana Sêxadî û Melek Sêxsinê Adiya
  4. Em bi saxî û silametî ji van ciya
  5. Biçine wan ciya
S.6
  1. Banga min Sêsemsê Babzêr e
  2. Li ber sekinîn heftê hezar xas û qelender e
  3. Kemberdest xerq hilezer e
  4. Li vê seferê li ê oxirê
  5. Tu li min û hevalê min bike xêr her û her e
S.7
  1. Ya Sêsims tu meferî
  2. Ya Tawisî Melek tu îmana minî
  3. Ya Melek Fexredîn tu rêberî
  4. Ya xaliqê minî her û herî
S.8
  1. Em duhayê bikin li ber pîrê kar û xafûrê rêya
  2. Li me, hazir û guhdaran li hemû wexta û hemû deran.