Dua Nîvro – Das Mittaggebet

Dua Nîvro – Das Mittaggebet

Das „Dua Nîvro“ ist das Mittaggebet, dass während des Tages bei vollem Sonnenaufgang mit dem Gesicht Richtung Sonne aufgesagt wird.

 

S.1

  1. Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
  2. Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
  3. Û sunetê virêkey han

S.2

  1. Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê dinê
  2. Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta vedayî
  3. Ser girê kela dengizê

S.3

  1. Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî
  2. Dewrêşê runiştî li kafa zimzimê

S.4

  1. Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêra
  2. Li xewlexanê de
  3. Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de
  4. Ya rebî tu me û sinetxanê xilas bikî
  5. Ji guhenê me kirî, li gel dê û bavê de

S.5

  1. Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêxsinê adiya
  2. Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye
  3. Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
  4. Ji xizna xwe ye jorî ye

S.6

  1. Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunetê
  2. Û çend xas û mominê bo te dikin xizmetê
  3. Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
  4. Ji xezîna xwe ye qudretê
  5. Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye

S.7

  1. Ya rebî tu bidî xatirea mêrê bi duhayê
  2. Kerema berê reş li kabeyê
  3. Ya rebî tu me û sinetxanê xelaskî ji
  4. Qeda û belayê

S.8

  1. Ya rebî tu bidî xatirê siwarê
  2. Bûyî nîveka rojê
  3. Hatî ji şerqê çûye bo xerbê
  4. Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinetê

S.9

  1. Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila
  1. Kerema her heft meleka
  1. Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete

S.10

  1. Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhuştê û dojê
  2. Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
  3. Dîwana xas û mominetê jorê
  4. Ya rebî her û her her tuyî